1 Piştî mirina Şawûl, Dawid li Emalêqiyan xist, bi ser ket û vegeriya Zîqlagê. Du rojan li wir ma.
Axîş wê rojê bajarê Zîqlagê da wî. Loma heta îro jî Zîqlag digihîje padîşahên Cihûdayê.
Hema wê rojê Şawûl, sê kurên wî, çekdarê wî û tevahiya zilamên wî bi hev re mirin.
Ji wê derê zivirîn Eyn-Mîşpatê –ku Qadêş e– hemû axa Emalêqiyan standin û Amoriyên ku li Haseson-Tamarê rûdiniştin, têk birin.
Dawid û zilamên xwe roja sisêyan gihîştin bajarê Zîqlagê. Di vê navberê de Emalêqiyan êrîşî herêma Negev û Zîqlagê kiribû. Wan Zîqlag şewitandibûn.
Şawûl ji çekdarê xwe re got: “Şûrê xwe bikişîne û li min bixe. Yan na, wê ev bêsinet bên, li min bixin û tinazên xwe bi min bikin.” Lê çekdarê wî gelek tirsiya û nexwest vê yekê bike. Li ser vê yekê Şawûl rabû şûrê xwe kişand û xwe avêt ser şûr.