Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Samûêl I, 1:9 - Kurmanji Încîl

9 Piştî xwarin û vexwarina li Şîloyê, Hanna rabû. Eliyê kahin, li ser kursiyê li ba kêleka dergehê Perestgeha Xudan rûniştîbû.

Gade chapit la Kopi




Samûêl I, 1:9
9 Referans Kwoze  

Qendîla Xwedê hê netefiyabû. Samûêl li Perestgeha Xudan ku Sindoqa Xwedê bû, radiza.


Min tiştekî xwest ji Xudan, ez li wî geriyam: Temaşekirina bedewiya Xudan, Li perestgeha wî, ji bo ku ez ji wî re bibim heyran, Hemû rojên jiyana xwe li mala wî biborînim.


Belê ezê, bi wê kerema te ya mezin, Di hundirê mala te kevim, Bi tirs serî li ber perestgeha te ya pîroz deynim.


Padîşah ji Natanê Pêxember re got: “Va ye, ez di mala dara sedrê de rûdinim. Lê Sindoqa Xwedê di bin perdeyên konî de ye!”


Samûêl heta serê sibê raza, paşê wî deriyên Mala Xudan vekirin. Nedixwest ji Elî re bêje ku çi dîtiye.


Dengê Xudan xezalan dide zayin, Pelên daristanan diweşîne. Li perestgeha wî herkes «Berzî» diqîre.


wê xweyê wî, wî derxe hizûra Xwedê. Wê wî nêzîkî derî yan kêleka derî bike û guhê wî bi dirêşikê qul bike. Bi vî awayî, wê tevahiya jiyana xwe xulamiya wî bike.


Hanna bi dilê şewat giriya û lavayî Xudan kir.


Zilam dema gihîşt Şîloyê, Eliyê ku ji bo Sindoqa Xwedê dilê wî dilerizî, li kêleka rê li ser kursiyekî rûniştî, bi fikar sekinîbû. Gava zilêm ket nav bajêr û her tişt got, tevahiya kesên bajêr qîriyan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite