Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 4:4 - Kurmanji Încîl

4 Ez jî li pêş yên ku li vir rûniştine û rîspiyên gelê me ne, ji bo ku tu vê zeviyê bikirî meselê ji te re dibêjim. Heke tu dixwazî wezîfeya xweyîtiya xwe bikî, bike. Heke naxwazî, ji min re bêje ku ez bizanim. Çimkî ev wezîfe pêşî dikeve ser te, piştî te jî ser min.” Zilêm got: “Ezê wezîfeya xweyîtiya xwe ya nêzîktir bikim.”

Gade chapit la Kopi




Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 4:4
12 Referans Kwoze  

Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.


Çimkî em ne tenê li ber Xudan, lê belê li ber mirovan jî hay ji kirina tiştên qenc dimînin.


Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin.


Ya Reb Xudan! Tevî ku bajar ket destê Kildaniyan jî, te ji min re got: ‘Zeviyê bi zîv ji xwe re bikire û gazî şahidan bike.’”


li pêş hemû Hîtîtiyên li ber dergehê bajêr, bû milkê Îbrahîm.


“Na ezbenî! Tu guhê xwe bide min. Ez zevî û şikefta tê de jî didim te. Ez li ber çavên her kesî didim te. Bibe miriya xwe lê veşêre.”


Wê rîspiyên bajêr gazî wî bikin û pê re bipeyivin. Heke ew bêje: ‘Ez naxwazim wê bînim,’


Naomî ji bûka xwe re got: “Xudan wî zilamî pîroz bike ku qencî û dilsoziyê ji saxan û miriyan texsîr nake.” Piştre Naomî got: “Ew zilam merivê me ye, yek ji wan e ku li gorî Şerîetê divê xweyîtiyê li me bike.”


Wî jê re got: “Tu kî yî?” Wê got: “Ez Rût im, xulama te. Bi min re bizewice, wezîfeya xweyîtiyê li min bike. Çimkî tu ji malê yî.”


Rast e, ez xweyiyekî we yê nêzîk im. Lê merivekî hê ji min nêzîktir heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite