15 Wê jiyana te nû bike û di pîrîtiya te de, te xweyî bike. Çimkî bûka te ya ku ji heft kuran çêtir e û ji te hez dike, ew anî dinyayê.”
Tu barê xwe ji Xudan re bihêle, Ewê te li ser lingan bihêle. Ew tucar nahêle, Ku yê rast bikeve.
Heta hûn pîr bibin ez ew im, Heta hûn porspî bibin jî ezê we hilgirim. Min hûn çêkirin, ezê we hilgirim. Erê, ezê we hilgirim û rizgar bikim.
Ezê li wê derê te xweyî bikim. Çimkî wê xela hê pênc salên din bidome. An na tu, mala te û her tiştê te, wê perîşan bibin.’
Heval hene dibin helakê, Lê dost hene ji bira jî nêzîktir in.
Rojekê Êlqana dîsa jê re got: “Hanna tu çima digirî û nan naxwî? Tu çima wisa xemgîn î? Ma ez ji te re ji deh kuran ne çêtir im?”
Ûsiv li gorî hejmara wan, bavê xwe, birayên xwe û hemû malbata bavê xwe xweyî kirin.
Naomî kurik hilda û kir hembêza xwe û jê re pîriktî kir.
Têr bi şîva şevê dikevin, Lê birçî têr dibin, Jina kordunde, heft zarokan tîne, Lê diya gelek zarokan diçilmise.