Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 9:7 - Kurmanji Încîl

7 “Xudano, tu ew Xwedayî ku te Avram hilbijart. Te ew ji bajarê Ûra Kildaniyan derxist û te navê Îbrahîm lê danî.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 9:7
11 Referans Kwoze  

Êdî tê bi navê Avram neyê gazîkirin, wê navê te Îbrahîm be. Çimkî min tu kirî bavê koma miletan.


Têrah malbata xwe hilda, ji Ûra Kildaniyan derket û berê xwe da riya welatê Kenanê. Pê re kurê wî Avram, bûka wî Seraya jina Avram, neviyê wî Lûtê kurê Heran hebû. Ew gihîştin Heranê û li wir bi cih bûn.


Li bavkalê xwe Îbrahîm, Li Saraya ku hûn anîne dinyayê binêrin. Çimkî gava Îbrahîm û ew tenê bûn, Min gazî wî kir. Lê min ew pîroz û zêde kir.”


Lê Xudan ji bav û kalên we hez kir û bi tenê bi wan ve girêdayî ma. Wî hûn ên ku ji ziriyeta wan in, ji hemû gelan hilbijartin û hûn îro jî wisa ne.


Bi ser de Xudan jê re got: “Ez ew Xudan im ku tu ji bajarê Ûra Kildaniyan derxistî ku vî welatî bide te û tu wê derê ji xwe re bikî milk.”


Min Îbrahîm hilbijart ku li zarokên xwe û li nifşê piştî xwe emir bike ku hay ji riya min hebin û ya heq û rast bikin. Ezê jî soza min daye wî pêk bînim.”


û Avramê ku ew Îbrahîm e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite