4 Yêşû, Banî, Qadmiyêl, Şevanya, Bûnnî, Şêrêvya, Banî û Kenaniyê ku Lêwiyî bûn derketin ser bilindciyên ku ji bo Lêwiyiyan in û bi dengekî bilind ji Xwedayê xwe Xudan re kir hewar.
Yêşû, Banî, Şêrêvya, Yamîn, Eqqûv, Şabbetay, Hodiya, Maesêya, Qelîta, Ezarya, Yozavad, Hanan û Pelaya ku Lêwiyî bûn, Şerîetê ji gel re şirove kirin. Wê gavê gel di cihê xwe de sekinî bû.
Yêşû, Qadmiyêl, Banî, Haşavneya, Şêrêvya, Hodiya, Şevanya û Petahyayê ku Lêwiyî bûn gotin: “Rabin ser piyan û ji herheyiyê heta hetayê Xwedayê xwe Xudan pîroz bikin. Bila navê te yê birûmet pîroz be ku li ser her pesin û bereketkirinê re ye.
Ezrayê Nivîsende li ser bilindciyekî darîn sekinî ku ji bo vî karî hatibû çêkirin. Li kêleka wî, li aliyê rastê Mattîtya, Şema, Enaya, Ûriya, Hîlqiya û Maesêya bûn. Li aliyê wî yê çepê Pedaya, Mîşaêl, Malkiya, Haşûm, Haşbaddana, Zekeriya û Meşûllam sekinî bûn.