Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 8:17 - Kurmanji Încîl

17 Tevahiya civaka kesên ji sirgûnê vegeriyan holik çêkirin û di holikan de rûniştin. Gelê Îsraêl ji rojên Yêşûyê kurê Nûn heta wê rojê wisa nekiribû. Loma şabûneke gelek mezin çêbû.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 8:17
13 Referans Kwoze  

Çawa ku hatiye nivîsandin, wan Cejna Holikan pîroz kir. Li gorî rojan ku di rê û rêbazan de hatiye kifşkirin, wan qurbanên şewitandinê yên rojane pêşkêş kirin.


Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.


Bi baweriyê, wek yekî xerîb li welatê ku jê re hatibû soz dan, ma û bi hevparên eynî sozê, bi Îshaq û Aqûb re di konan de rûnişt.


Çimkî eger Yêşû rihetî dabûya wan, Xwedê piştre li ser rojeke din nedigot.


Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît.


Wê rojê bi şabûneke mezin li ber Xudan xwarin û vexwarin. Cara diduyan Silêmanê kurê Dawid wekî padîşah kifş kir û ji bo Xudan wî wekî serwer, Sadoq jî wekî kahin pîroz kirin.


Piştî mirina Mûsayê xulamê xwe, Xudan ji xizmetkarê Mûsa, Yêşûyê kurê Nûn re got:


Li dera ku wê Xudan hilbijêre, hûnê heft rojan vê cejnê ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz bikin. Wê Xwedayê we Xudan hemû berê we û hemû keda destê we bereket bike û hûnê esse şa bibin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite