Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 8:15 - Kurmanji Încîl

15 Divê ew ji hemû gundan û Orşelîmê re bêjin: “Çawa ku hatiye nivîsandin, derkevin ser çiyê, çiqlên darzeytûn, darzeytûnên bejî, darên mêrsînê, darên xurmeyan û darên din ên pelgur bînin û holikan çêkin.”

Gade chapit la Kopi




Nehemya 8:15
9 Referans Kwoze  

Hûnê roja pêşî fêkiyên xweş ên darên we, guliyên xurmeyan, guliyên darên pelgur in û spîndarên geliyan bidin hev û li hizûra Xwedayê xwe Xudan heft rojan şa bibin.


“Salê sê caran, di Cejna Nanê Şikeva, di Cejna Hefteyan û di Cejna Holikan de, wê hemû mêrên we li hizûra Xwedayê we Xudan, li dera ku wê hilbijêre xuya bibin. Wê tu kes destvala neyê hizûra Xudan.


“‘Cejnên Xudan, civînên pîroz ên ku hûnê di rojên kifşkirî de diyar bikin ev in:


Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.


wan rahişt guliyên xurmeyan, çûn pêşiya wî û qîriyan: «Hosanna! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Padîşahê Îsraêlê pîroz be!»


Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û


Êvarê kevok zivirî û va ye pelekî zeytûna ter di nav nikulê xwe de bû. Nûh fêm kir ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye.


Min bi şev kesek dît ku li hespekî sor siwar bûye. Ew di nav darên mêrsînê yên gelî de bû. Li pey wî hespên sor, gewr û spî hebûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite