Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 4:23 - Kurmanji Încîl

23 Ne min, ne birayên min, ne xulamên min, ne jî nobedarên min, tu kes ji me cil û bergên xwe dernedixistin. Çekê her kesî di destê wî de bû.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 4:23
8 Referans Kwoze  

Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî.


min birayê xwe Hananî û Hananyayê serekê bircê li ser Orşelîmê kir karmend. Ji ber ku ev zilam dilsoz bû û ji gelek kesan zêdetir ji Xwedê ditirsiya.


Min jinûveavakirina sûran berdewam kir. Hemû xulamên min li ser kar bûn, me zeviyek jî nekirî.


Avîmelek û hemû gelê pê re derketin Çiyayê Salmonê. Avîmelek bivirek da destê xwe û ji darekê çiqlek jê kir, hilda, danî ser milê xwe û ji gel re got: “We dît ku min çi kir, zû, hûn jî wekî min bikin!”


Dengê qelebalixa li ser bîran, Qala serketina Xudan, Serketina gundiyên welatê Îsraêl dike! Li pey gelê Xudan diçin ber dergehan.


Wê gavê min ji gel re got: “Her kes bila şeva xwe, bi xulamê xwe re, li Orşelîmê derbas bike. Bila bi şev nobetê bigirin, bi roj jî bixebitin.”


Piştî demekê li ser birayên wan ên Cihû, gel û jinên wan kir hewar.


Kes kesî dehf nade, Herkes dide ser riya xwe. Di nav çekan de êrîş dikin û diçin Û nayên sekinandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite