12 Cihûyên li ba wan diman jî hatin, deh caran em hişyar kirin û gotin: “Divê hûn vegerin ba me, yan na wê ji her aliyê êrîşê we bikin.”
Deh caran we ez rezîl kirim, Hûn şerm nakin wisa min diêşînin.
Ev kesên ku rûmeta min û nîşanên min li Misrê û li beriyê min raber kirin dîtin û dîsa jî deh caran ez ceribandim û guhdariya dengê min nekir,
Bi vî awayî bîst salan min xulamiya te kir. Ez ji bo du keçên te çardeh û ji bo pezê te jî şeş salan xebitîm. Te deh caran deynê min guhert.
Lê bavê we ez xapandim û deynê min ê ku lê bû deh caran guhert. Lê Xwedê nehişt ku xisarê bide min.
Dijminên me digot: “Heta em bikevin nav wan, wan bikujin û karê dikin bidin sekinandin, wê fêm nekin û nebînin.”
Li ser vê yekê li pişt sûran, li cihên herî jêrîn û li cihên vekirî min, gel tevî şûr, rim û kevanan danîn û li gorî binemalan min ew bicih kirin.
Padîşah şêwra zanabûn û şehrezayiya wan dikir. Wî didît ku her çar jî, ji hemû sêrbaz û falbazên welêt deh qatî zanatir û zêdetir in.