Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 4:11 - Kurmanji Încîl

11 Dijminên me digot: “Heta em bikevin nav wan, wan bikujin û karê dikin bidin sekinandin, wê fêm nekin û nebînin.”

Gade chapit la Kopi




Nehemya 4:11
10 Referans Kwoze  

Hûn bi xwe qenc dizanin, ka diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê.


Lê tu guhê xwe nede wan, çimkî ji nav wan ji çil zilaman zêdetir di kemînê de li benda wî ne. Wan sond xwariye, heta ku wî nekujin, ew ne bixwin û ne jî vexwin. Niha ew amade ne û li benda razîbûna te ne.»


Çaxê bû sibe Cihûyan gotina xwe kir yek û sond xwarin, heta ku Pawlos nekujin, ne bixwin û ne jî vexwin.


Wê felaket were serê te Ku sêrbazên te nikarin dûr bixin. Wê bela bê serê te Ku tê nikaribî kefareta wê bidî. Wê helakbûna tu pê nizanî, Jinişkave bê serê te.


Li hev dicivin, kemîn datînin, Dixwazin canê min bistînin.


Hê ku Dawid qels û bêqewet e, ez êrîşî wî bikim û çavê wî bitirsînim. Wê kesên li ba wî tev birevin, ezê jî tenê Dawidê Padîşah bikujim.


Lê me ji Xwedayê xwe re dua kir û ji bo wan me bi şev û rojan nobedar danîn.


Lê Cihûdayiyan digot: “Hêza barkêşan kêm dibe. Ewqas moloz hebin, em nikarin sûran lê bikin.”


Cihûyên li ba wan diman jî hatin, deh caran em hişyar kirin û gotin: “Divê hûn vegerin ba me, yan na wê ji her aliyê êrîşê we bikin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite