Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 12:39 - Kurmanji Încîl

39 Ji ser Dergehê Efrayîmê û ji ba Dergehê Kevin, Dergehê Masiyan, Birca Hananêl û Birca Hammêayê heta ber bi Deriyê Pêz çûn û li ber Deriyê Parêzvanan sekinîn.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 12:39
12 Referans Kwoze  

Êlyaşîvê Serkahin û kahinên din rabûn, Dergehê Pêz ji nû ve ava kirin. Wan ew pîroz kir û deriyên wî bi cih kirin. Dîwarê ku ji Dergehê Pêz destpê dike û heta Birca Hammêa û Birca Hananêlê diçe, pîroz kirin.


Gel rabû çû ew anîn û li ser xaniyên xwe, li hewşên xwe, li hewşên Mala Xwedê, li meydana Dergehê Avê û li meydana Dergehê Efrayîmê ji xwe re holik çêkirin.


Yoyadayê kurê Pasêah û Meşûllamê kurê Besodya Dergehê Kevin ji nû ve ava kir. Wan kêranên wê danîn, bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.


Senaayiyan Dergehê Masiyan ava kir. Kêranên wê danîn, bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin.


Palalê kurê Ûzay, pêşberî goşeyê û birca ji qesra padîşah a jorîn ku ber bi derve, li kêleka hewşa parêzvanan ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Pedayayê kurê Paroş


Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê bi vî awayî Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoaşê kurê Ahazya li Bêtşemeşê desteser kir û anî Orşelîmê. Wî beşekî sûra Orşelîmê, ji Dergehê Efrayîmê heta Dergehê Goşeyê hilweşand. Berfirehiya ev beş, bi gazî çar sed gazî bû.


Li Orşelîmê, li ber Dergehê Miyê hewzeke bi pênc eywanan hebû. Bi Îbranî jê re ‹Beythasta› dibêjin.


Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ji Dergehê Masiyan hewar, Ji Taxa Duyemîn zarîn Û ji giran wê dengê şikestina mezin were.


Di vê navberê de artêşa Padîşahê Babîlê dor li Orşelîmê dipêça û Yêremyayê Pêxember di hewşa parêzvanan a qesra Padîşahê Cihûdayê de girtî bû.


Gotina Xudan ev e: “Va ye roj tên ku bajar ji Birca Hananêlê heta Dergehê Goşeyê ji bo Xudan bê avakirin.


Ez nîvê peywirdarên ku bi min re bûn û herdu komên şikir dikirin, li Mala Xwedê sekinîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite