25 Mattanya, Baqbûqya, Ovadya, Meşûllam, Talmon û Eqqûv dergevanên li ba embarên dergehan bûn.
Çavdêr qîriya, “Ya Reb, ez hergav roj bi roj, Li ser bircê disekinim, Li cihê xwe, her şev, Ez nobedariyê dikim.
Dergehê Başûr ji Ovêd-Edom re, ji kurên wî re jî embar derket.
Kesên li ser beşên dergevanan û serekên wan ev bûn ku li Mala Xudan wekî Lewiyiyên birayên xwe xizmet dikirin.
Bi vî awayî Lêwiyiyan ji bo xizmeta Mala Xudan, peywira nobedariya Konê Hevdîtinê û Cihê Herî Pîroz û alîkariya birayên xwe Harûniyan pêk anîn.
Ew hatin û ji dergevanên bajêr re qîriyan. Wan got: “Em çûn artêşgeha Aramiyan, tu kes li wê derê tunebû, dengê mirovan tune bû. Lê tenê hespên girêdayî, kerên girêdayî hebûn û konên xwe jî hiştibûn.”
Her roj, li rojhilatê Malê rojê şeş, li bakur çar, li başûr çar, li embaran dido bi dido,