Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 11:22 - Kurmanji Încîl

22 Ûzziyê kurê Baniyê kurê Haşavyayê kurê Mattanyayê kurê Mîxa, peywirdarê Lêwiyiyên li Orşelîmê bû. Ew ji ziriyeta Asaf bû ku stranbêjên li ser karê Mala Xwedê bûn.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 11:22
19 Referans Kwoze  

Maesêya, Şemaya, Êlezar, Ûzzî Yehohanan, Malkiya, Elam û Êzer. Stranbêj distrandin û Yîzrahya serekê wan bû.


hinek ji kurên kahinan ku di destê wan de borî hebûn –Zekeriyayê kurê Yonatanê kurê Şemayayê kurê Mattanyayê kurê Mîxayayê kurê Zakkûrê kurê Asaf–


û birayên wî yên mêrxasên wêrek –128 kes. Zavdiyêlê kurê Haggedolîm li ser wan peywirdar bû.


Serayayê Serpeywirdarê Mala Xwedê kurê Hîlqiyayê kurê Meşûllamê kurê Sadoqê kurê Merayotê kurê Ahîtûv


Yoêlê kurê Zikrî li ser wan peywirdar bû û Cihûdayê kurê Hassenûa li ser bajêr kesê diduyan bû.


Hodiya, Banî û Benînû.


Mîxa, Rehov, Haşavya,


Yêşû, Banî, Şêrêvya, Yamîn, Eqqûv, Şabbetay, Hodiya, Maesêya, Qelîta, Ezarya, Yozavad, Hanan û Pelaya ku Lêwiyî bûn, Şerîetê ji gel re şirove kirin. Wê gavê gel di cihê xwe de sekinî bû.


Ji wir wêdetir Rehûmê kurê Banî û Lêwiyiyên din ji nû ve ava kir. Li ba wî Haşavyayê serekê nîvê navçeya Qeîlayê, beşê aliyê xwe ji nû ve ava kir.


Bi wan re Haşavya û Îşayayê ji Mêrariyiyan, kur û birayên wî, bi giştî bîst kes,


Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye.


Ji ber ku mirovên dilsoz dihatin hesibandin, min Şelemyayê Kahin, Sadoqê Nivîsende û Pedayayê Lêwiyî danî ser embaran. Min Hananê kurê Zakkûrê kurê Mattanya jî danî ba wan. Karên wan ew bû ku li birayên xwe parve bikin.


Çimkî di demên berê de, di rojên Dawid û Asaf de, serekê stranbêjan û stranên pesindanê ji bo Xwedê hebûn.


Bi navê Mîka kurekî biçûk ê Mefîboşet hebû. Hemû kesên Sîva xizmeta Mefîboşet dikir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite