Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 11:17 - Kurmanji Încîl

17 Mattanyayê serekê duakirin û pesindanê kurê Mîxayê kurê Zavdiyê kurê Asaf, Baqbûqyayê di nav birayên wî de peywirdarê diduyan bû û Evdayê kurê Şammûayê kurê Galalê kurê Yedûtûn.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 11:17
15 Referans Kwoze  

Baqbaqar, Hereş, Galal û Mattanyayê kurê Mîxayê kurê Zikriyê kurê Asaf,


Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin.


Min serekên Cihûdayê derxistin ser sûran û du komên mezin tayîn kirin ku ref bi ref bimeşin û spas bikin. Yek ji wan ji aliyê rastê ve ber bi Dergehê Ziblê ve dimeşiya.


Mattanya, Baqbûqya, Ovadya, Meşûllam, Talmon û Eqqûv dergevanên li ba embarên dergehan bûn.


Zakkûr, Şêrêvya, Şevanya,


Tevî wan jî Hêman, Yedûtûn û yên din ên hatin hilbijartin û peywirdarkirin ku şikirdariya Xudan şikir bikin. Çimkî “Dilovaniya wî her û her e.”


Ji bo ku li ber Sindoqa Xudan xizmetê bikin, navê Xwedayê Îsraêl Xudan bilêv bikin, şikir bikin û pesindanê xwe pê bikin, wî ev Lêwiyî peywirdar kirin:


Bi navê Mîka kurekî biçûk ê Mefîboşet hebû. Hemû kesên Sîva xizmeta Mefîboşet dikir.


Şabbetay û Yozavadê ku ji serekên Lêwiyiyan bûn û li ser karên derve yên Mala Xwedê bûn,


Tevahiya hejmara Lêwiyiyên li bajarê pîroz, 284 kes bû.


Serekên Lêwiyiyan jî ev in: Haşavya, Şêrêvya, Yêşûyê kurê Qadmiyêl û birayên wan ên li pêşberî hev ku li gorî emrê Dawidê zilamê Xwedê pesin û şikirdariyê dikin.


Çimkî di demên berê de, di rojên Dawid û Asaf de, serekê stranbêjan û stranên pesindanê ji bo Xwedê hebûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite