Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 10:34 - Kurmanji Încîl

34 “Li ser gorîgeha Xwedayê me Xudan, li gorî ku di Şerîetê de hatiye nivîsandin, ji bo şewatê û li gorî binemalên me ku her sal di demên diyarkirî de, ji bo goriyê daran bînin Mala Xwedayê me, kahin, Lêwiyî û gel bi hev re pişk avêt.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 10:34
16 Referans Kwoze  

Min di demên diyarkirî de ji bo pêşkêşiya daran û ji bo berê pêşî pêşkêşî peyda kirin. Ya Xwedayê min, bi qenciyê min bi bîr bîne.


Ji bo şewitandinê darên Lubnanê têrê nakin, Ji bo qurbanên şewitandinê heywanên wê têrê nakin.


Pişk pevçûnê diqedîne Û di nav hêzdaran de biryarê dide.


Serekên gel li Orşelîmê rûniştin, kesên gel ên mayî ji bo ji deh kesan yek li Orşelîma bajarê pîroz rûne û neh kes jî li bajarên xwe bimînin, pişk avêtin.


Pişka pêşî li Yehoyarîv ket. Ya diduyan li Yedaya,


Ji van û ji wan, bi vî awayî bi riya pişkê ji hev veqetiyan. Çimkî hem ji kurên Êlezar, hem jî, ji kurên Îtamar serekên ji deverên pîroz û xizmeta Xwedê berpirsiyar hebûn.


Wê rojê Yêşû ew kirin êzingvan û avkêşên gel û gorîgeha Xudan a ku wê cihê wê hilbijêre. Gîvonî heta îro jî vî karî dikin.


Ji bo wan pişk avêtin; pişk li Matiyos ket û ew bi yanzdeh Şandiyan re hat hesabkirin.


“Tê ji arvanê hûr duwanzdeh kiloran bipêjî. Wê her yek ji wan, ji dehan duduyê efayekê be.


Hûnê wan li ser sifreyeke ji zêrê xas, li hizûra Xudan şeş bi şeş li ser hev rêz bikin.


“Li gelê Îsraêl emir bike û bêje: ‘Haya we jê hebe ku hûnê di demên kifşkirî de xwarina pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî min bikin ku bêhna wan bi min xweş tê.’


Herwiha wan qurbanên şewitandinê yên hergavî, qurbanên Heyva Nû, tevahiya qurbanên cejnên Xudan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên Xudan, pêşkêş kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite