Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 10:31 - Kurmanji Încîl

31 “Gelên welêt heke eşya û her cure genim ji bo firotinê, Roja Septê bînin, Roja Septê yan jî rojeke din a pîroz jî be, ji wan nekirin. Emê sala heftan erdê xwe beyar bihêlin û hemû deynan bibexişînin.

Gade chapit la Kopi




Nehemya 10:31
24 Referans Kwoze  

“‘Hûnê şeş rojan bixebitin. Lê roja heftan Sept e, roja bêhnvedanê û civîna pîroz e. Hûnê tu karekî nekin. Li hemû derên ku hûn dijîn, ev ji Xudan re Sept e.


lê roja heftan ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, heywanên te û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin.


Ma rojiya ku min hilbijart ne ev e? Sistkirina werîsên xerabiyê, Vekirina nîran, berdana bindestan Û şikandina her cure nîran ne ev e?


Di wê rojê de hûnê civîna pîroz bikin û karên xwe yên rojane nekin. Li her dera ku hûn dijîn, wê ev di nav nifşên we de qanûneke herheyî be.


“Wê ev ji bo we qanûneke herheyî be. Hûnê di roja dehê meha heftan de, dev ji nefsa xwe berdin û wê tu kes Îsraêlî û xerîbên di nav xwe de nexebitîne.


Hûnê di roja pêşî û roja heftan de civîna pîroz bikin. Wê di wan rojan de tu kar neyê kirin. Ji bilî çêkirina xwarinê hûnê tiştekî din nekin.


Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.


Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja Şemiyê de, we dadbar neke.


Û li deynên me bibihûre, Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.


Tê keçên wan ji kurên xwe re neyînî. Çimkî gava keçên wan biperizin pûtên xwe, wê bikin ku kurên te bêbextî bikin û bi wan re biperizin pûtên wan.


Di wan rojan de min hinek Cihû dîtin ku jinên Aşdodî, Emmonî û Moavî ji xwe re anîne.


Ma em guhdariya we û vê xerabiya mezin bikin?! We jinên xerîb ji xwe re anî û bi vî awayî nedilsozî bi Xwedayê me kir.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite