Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Nehemya 1:1 - Kurmanji Încîl

1 Gotinên Nehemyayê kurê Haxalya ev in: Di sala bîstan a padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ku meha Kîslevê ye, gava ez li Birca Sûsayê bûm,

Gade chapit la Kopi




Nehemya 1:1
9 Referans Kwoze  

Di roja çarê meha nehan –ku meha Kîslevê ye– a çarsaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Zekeriya re hat.


Kesên ku mor kirin ev in: Nehemyayê Waliyê kurê Haxalya û Sîdqiya.


Textê padîşahiya wî li qesra bajarê Sûsayê bû.


Min di dîtiniyê de, xwe li Keleha Sûsa ya li Herêma Elamê, li kêleka Çemê Ûlayê dît.


Di heft saliya padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ji gelê Îsraêl, ji kahin, Lêwiyî, stranbêj, dergevan û peywirdarên Perestgehê hin kes jî çûn Orşelîmê.


Qasid bi fermana padîşah re bi lez dan rê. Ferman li qesra Sûsayê hat derxistin. Padîşah û Haman rûniştin, bi hev re vedixwarin, lê bajarê Sûsayê şaş û metel mabû.


Di meha Nîsanê de ku bîst saliya Artahşastayê Padîşah e, her gava şerab li pêş wî bû, min şerab hilda û da padîşah. Li hizûra wî qet xemgîn nebûm.


Paşê tevahiya mêrên li Cihûda û Binyamînê, di nav sê rojan de li Orşelîmê civiyan. Di roja bîstê meha nehan de tevahiya gel li meydana li ber Mala Xwedê rûnişt. Hem ji ber girîngiya kar, hem jî, ji ber baranê herkes dilerizî.


Herwiha ji roja ku ferman dane min ku ez bibim waliyê welatê Cihûda, ji bîst saliya Artahşastayê Padîşah heta sî û du saliya wî, ne min, ne jî hevalên min duwanzdeh salan xwarina walîtiyê nexwar.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite