Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Mîxa 7:5 - Kurmanji Încîl

5 Bawerî bi cîranê xwe neyînin, Bi dostê xwe ewle nebin. Li ba jina ku di paşila we de radize, Hay ji devê xwe hebin.

Gade chapit la Kopi




Mîxa 7:5
11 Referans Kwoze  

“Bila herkes xwe ji cîranê xwe biparêze Û bi tu birayekî xwe ewle nebe. Çimkî her bira dixapîne Û her cîran fesadiyê dike.


«Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.


Yê ku nanê min xwar, dostê min ê nêzik û ewledar, Bêbextî li min kir.


Ya Xudan, tu nobedarekî deyne ber devê min, Deriyên lêvên min biparêze!


Bi şev dinale û digirî, Dêmên wê tije hêsir in. Ji hemû yarên wê, Teselîkarek jî nema. Hemû hevalên wê pê re bêbextî kir, Ew bûn dijmin.


Jina Şîmşon heta roja heftan li ber wî giriya. Lê di roja heftan de bersiva mamikê jê re got. Çimkî ew gelek bi ser wî de hatibû. Jinikê rabû bersiva mamikê ji xortan re got.


Wek yekî ku nabihîze, Û di dev de bersîva wî tune.


“Ew zimanê xwe wekî kevanê ditikînin, Bi derewan, ne bi dirustiyê li welêt hêzdar bûn. Çimkî ew xerabiyê li ser xerabiyê dikin Û min nas nakin.” Ev e gotina Xudan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite