Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Mîxa 7:20 - Kurmanji Încîl

20 Çawa ku rojên berê te ji bav û kalên me re sond xwariye, Tê ji Aqûb re dilsoz, ji Îbrahîm re dilovan bî.

Gade chapit la Kopi




Mîxa 7:20
17 Referans Kwoze  

Lê Xudan bi rastî hez kir û bi sonda ku ji bav û kalên we re xwaribû ve girêdayî ma. Ji ber vê yekê wî bi destê xwe yê hêzdar hûn ji warê koletiyê, ji destê Firewnê Padîşahê Misrê deranîn.


Wî got: “Xwedayê malxweyê min Îbrahîm, Xudan pîroz be ku wî dilsozî û dilovaniya xwe ji malxweyê min kêm nekir. Hê ez di rê de bûm, Xwedê riya mala mirovên malxweyê min nîşanî min da.”


Ez ne hêjayî wê hemû dilsozî û dilovaniyê me ku te nîşanî xulamê xwe da. Çaxê ez di vî Çemê Şerîayê re derbas bûm, tenê şivdarê min hebû, lê niha ez bûme du beş.


“Heke hûn guh bidin van rê û rêbazan, heke hay ji xwe hebin ku wan bikin, wê Xwedayê we Xudan ji we re dilsoz be ku peymana ji bav û kalên we re sond xwaribû pêk bîne.


“‘Lê ezê şifa û rihetiyê bidim wî bajarî û baş bikim. Ezê şifayê bidim wan û bikim ku di nav aştî û ewlehiyeke berfireh de bijîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite