Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Mîxa 7:12 - Kurmanji Încîl

12 Wê rojê ji Aşûrê heta bajarên Misrê, Ji Misrê heta Çemê Feratê, Ji deryayê heta deryayê û ji çiyê heta çiyê, Wê ber bi te ve werin.

Gade chapit la Kopi




Mîxa 7:12
15 Referans Kwoze  

Wê ji Misrê wek çivîkan, Ji diyarê Aşûrê wek kevokan bilerizin û werin. Ezê wan li malên wan bidim rûniştandin.” Ev e gotina Xudan.


Wekî roja ku ji welatê Misrê derketin, Ji bo Îsraêl riyek hebû, Ji bo bermayiyên gelê Xwedê yê li Aşûrê jî Wê riyeke mezin hebe.


Va ye ezê wan ji herêma bakur bînim Û ji binê dinyayê bidim hev. Di nav wan de wê kor û kulek, Jina bizaro û jina ku niha zarokan tîne, Wê bi hev re, wekî komeke mezin vegerin vir.


“Ezê saxmayiyên pezê xwe ji hemû welatên ku min ew ajotibûnê, bidim hev. Ezê dîsa wan vegerînim ser mêrgê wan û wê zêde û berdar bin.


Di wan rojan de wê Mala Cihûda bi Mala Îsraêl re bibe yek û wê bi hev re ji herêma bakur werin wî welatê ku min bi milkî dabû bav û kalên we.


Va ye wê gelê min ji dûrî, Hinek jê ji bakur û rojava Û hinek jî, ji diyarê Sînîmê bên!”


Ezê ji bakur re bêjim: ‘Bide!’ Ji başûr re bêjim: ‘Negire!’ Bêjim: ‘Kurên min ji dûrî, Keçên min ji binê dinyayê bînin.


Wê rojê, wê Reb careke din destê xwe dirêj bike ku bermayiyên gelê xwe ji Aşûr, Misir, Patros, Kûş, Elam, Şînar, Hama û keviyên deryayan vegerîne.


“Lê Aqûbê xulamê min, netirse! Îsraêlo, neşikê! Çimkî va ye, ezê te ji dûrî Û ziriyeta te ji welatê sirgûnbûna wan rizgar bikim. Wê Aqûb vegere, aramî û bêxemiyê bibîne. Wê kesê wî bilerizîne tunebe.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite