5 Ya gelê min, pîlanên Balaqê Padîşahê Moavê bi bîr bîne! Bersiveke Balamê kurê Beor bîne bîra xwe. Ka ji Şîttîmê heta Gîlgalê çi qewimiye? Wê gavê tê bizanibî rizgariyên min.”
Lê belê piçek gazina min ji te heye: Li wê derê hin mirovên te hene ku hînkirina Balam digirin. Wî hînî Balaq kir ku zaryên Îsraêl ji rê derxe, da ku goriyên ji pûtan re hatine şerjêkirin bixwin û fuhûşiyê bikin.
Hûnê bi goştê qurbanê re nanê bihevîrtirş nexwin. Ji ber ku hûn bi lez ji welatê Misrê derketin, hûnê heft rojan nanê şikeva bixwin ku nanê tengasiyê ye. Divê hûn wisa bikin ku di hemû rojên jiyana xwe de derketina ji Misrê ji bîr nekin.
“Ji bîr nekin û bi bîr bînin ka we çawa li beriyê Xwedayê xwe Xudan hêrs kir. Ji roja ku hûn ji welatê Misrê derketin û heta hatin vir hûn li dijî Xwedê serî radikin.
Xwedayê xwe Xudan bi bîr bînin ku ji bo civandina wî mal û milkî hêz daye we. Wî li gorî wê peymanê kir ku ji bav û kalên we re sond xwaribû û îro jî girêdayî dimîne.
Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin.
Wê rêwîtiya dirêj a ku Xwedayê we Xudan çil salan hûn li beriyê gerandî bînin bîra xwe. Wî hûn xistin tengasiyê û ceribandin ku ya di dilê we de heye û ka hûn emrên wî pêk tînin an na, xuya bibe.
Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man.