Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Mîxa 6:14 - Kurmanji Încîl

14 Hûnê bixwin lê têr nebin, Wê zikê we vala û birçî bimîne. Hûnê berhev bikin, lê nikaribin veşêrin, Yê we veşart jî, ezê bidim ber şûran.

Gade chapit la Kopi




Mîxa 6:14
15 Referans Kwoze  

Wê bixwin lê têr nebin. Wê zinayê bikin lê zêde nebin. Çimkî wan dev ji spartina Xudan berda.


We gelek tov reşand, lê we kêm da hev. Xwarina we heye, lê têrxwarina we tuneye! Hûn dinoşin, lê nacoşin. Hûn li xwe dikin, lê germ nabin. Hûn heqdestê xwe distînin, lê dixin kîsikê qul.”


Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye, wê xulamên min bixwin, Lê hûnê birçî bimînin. Wê xulamên min vexwin, Lê hûnê tî bimînin. Va ye, wê xulamên min şa bin, Lê hûnê şermezar bibin.


Gava min nanê we birî, wê deh jin nanê we bi tenê li firinekê bipêjin. Wê nanê we bi kişandin bi şûn de bidin we. Hûnê bixwin lê têr nebin.


Di wan deman de, gava zilamek digihîşt ber loda bîst elbî, rastî deh elban dihat. Gava dihat mehserê ku pêncî cer şerabê derxe, didît ku bîst cer şerab heye.


“Kesê ji sawê direve, wê bikeve çalê, Kesê ji çalê derkeve jî wê bikeve dafikê. Çimkî ezê sala cezakirinê bînim ser Moavê.” Ev e gotina Xudan.


Peyama li ser heywanên Negevê: “Di nav welatê tengasî û serêşanê re, Di nav şêrên mê û nêr, Koremar û tîremaran re, Dewlemendiya xwe li ser pişta keran Û xezîneyên xwe li ser pişta deveyan, Ji gelê bi kêrî wan nayê re dibin.


Wê ji vir ve xwarinê hilde, Lê birçî bimîne. Wê ji wir ve bixwe, Lê têr nebe. Wê goştê zarokên xwe jî bixwe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite