Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Mîxa 3:6 - Kurmanji Încîl

6 Li ser vê yekê şeva bêdîtinî Û taristana ku falbaziya we bêfeyde be, Bi ser we de werin. Wê roja pêxemberan tarî bibe Û tava wan reş bibe.

Gade chapit la Kopi




Mîxa 3:6
14 Referans Kwoze  

Çimkî Xudan ruhekî xewa giran Bi ser we de rijand. Pêxemberno! Wî çavên we girtin! Zanyarno! Wî serên we nixamtin!


Em wekî koran bi dest û lepan li dîwaran digerin, Çawa ku kesên çavên wan tunene lêdikolin. Nava rojê çawa em di şevereşê de ne, diterpilin. Em di nav kesên hêzdar de Wekî miriyan in.


Wê jina ku heft zarok anîne, biçilmise, Nefesa dawî bide û bimire. Hê nîvro bû, roja wê çû ava, Ew rûreş û şermezar bû. Ezê kesên din jî li ber dijminên wan bidim ber şûran.” Ev e gotina Xudan.


Beriya ku tarî bikeve erdê Û lingên we li çiyayên tariya êvarê biterpile, Xwedayê xwe Xudan birûmet bikin. Çimkî gava hûn li benda ronahiyê ne, Wê Xudan rojê bizivirîne şevereş û taristana kûr.


Hemû alên me çûne, Êdî pêxember jî tunin, Di nav me de kes nizane, ka heta çi wextê.


Gotina Reb Xudan ev e: “Roj tên ku ezê xelayê bişînim welêt. Wê ne birçîbûna nên û tîbûna avê be, Tîbûna bihîstina gotinên Xudan be.


Mirov dibêjin: “Pêxemberiyê nekin! Divê li van tiştan pêxemberî neyê kirin. Emê neyên rezîlkirin.”


Wî çaxî wan got: “Werin, em li dijî Yêremya pîlan bikin. Çimkî ji kahin Şerîet, ji şehreza şêwir û ji pêxember jî gotin qet kêm nabe. Werin, em bi gotinan lê bixin û guhdariya gotineke wî jî nekin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite