Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 9:35 - Kurmanji Încîl

35 Îsa li hemû bajar û gundan digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşî qenc dikirin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

35 Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Иса һʼәму гӧнд у бажара дьгәрʼийа, кʼьништед ԝанда һин дькьр, Мьзгинийа Пʼадшатийе даннасин дькьр у ль нав щьмәʼте һʼәму щурʼә нәхԝәши ԛәнщ дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 عیسی دِچو تواوی شَهرا و گُندا و ناو دیرِت واندا دَرس دِدا و خَبَرا خوشَ پادشاهیا خدا وَعظ دِگِر و هر اِش و نَساخیَگ شفا دِدا.

Gade chapit la Kopi




Metta 9:35
12 Referans Kwoze  

çawa Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh kir û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû.


Her cihên ku Îsa diçûyê, bajar be, gund be û gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.


Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.


Û Îsa di gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû.


«Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin.


Îsa li bêbaweriya wan şaş ma. Îsa li gundên hawirdorê digeriya û hîn dikir.


Çaxê ku Îsa tembîhkirina li her diwanzdeh şagirtên xwe xilas kir, ew ji wir çû bajarên wan, da ku hîn bike û Mizgîniyê bide.


Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û desthilatî da wan ku ruhên nepak derxin, her cûreyê êş û nexweşiyan qenc bikin.


Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê û dest bi dayîna Mizgîniya Xwedê kir


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite