Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 9:11 - Kurmanji Încîl

11 Dema ku Fêrisiyan ev yek dît, wan ji şagirtên wî pirsî: «Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

11 Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Чахе ферьсийа әв йәк дит, шагьртед Ԝирʼа готьн: «Чьма Дәрсдаре ԝә тʼәви хәрщгьр у гӧнәкʼара дьхԝә у вәдьхԝә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 وقته عالِمِت فِرقا فَریسیا اَو دِشدَ دیتِن، گُتنَ شاگِردِت وی: «بُچی ماموستایه وَ گَل باجگِرا و گُنَهکارا رِسقی دِخُت؟»

Gade chapit la Kopi




Metta 9:11
14 Referans Kwoze  

Kurê Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: ‹Va ye xwera û serxweş, dostê bacgir û gunehkaran. Lê şehrezayî bi kirinên xwe rast tê dîtin.›»


Îcar Fêrisiyan û zaneyên wan ên Şerîetê di serê şagirtên wî de kirin pitepit û gotin: «Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?»


Şerîetzanên ku Fêrisî bûn, dema ku Îsa bi bacgir û gunehkaran re li ser sifrê dîtin, ji şagirtên wî pirsîn: «Çima ew bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»


Ew dikare bi nermî, bi nezan û bi averêbûyiyan re bide û bistîne, çimkî ew bi xwe jî bi qelsiyan hatiye rapêçan.


Her çiqas em bi eslê xwe Cihû ne û em ne ji gunehkarên miletên din in,


Hemûyên ku ev yek dîtin, kirin pitepit û gotin: «Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.»


Ew dibêjin: ‘Nêzîkî xwe bike. Nêzîkî min nebe, çimkî ez ji te pîroztir im.’ Ev yek di pozê min de dû ye, Agirê ku tevahiya rojê dişewite.


Eger yek bê ba we û vê hînkirinê neyne, wî nehewînin malê û silavê nedinê.


Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir jî weha nakin?


Çaxê ku Îsa li mala Metta li ser xwarinê bû, gelek bacgir û gunehkar hatin, bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin.


gotin: «Çima tu çûyî ba yên sinetnebûyî û te bi wan re xwarin xwar?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite