Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 7:25 - Kurmanji Încîl

25 Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

25 Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneşîya, çimkî hʼîmê wê ser kêvir bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Баран бари, ба у лейи рʼабун, ԝе мале хьстьн, ле әԝ мал һьлнәшийа, чьмки һʼиме ԝе сәр кевьр бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 وقته باران باری و لِمِشت هات و با رابو و اَو مال اِخِستَ زُره، خِرا نَبو، چون گو خیمه وه سَر بَری هاته بو داناندِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 7:25
17 Referans Kwoze  

Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.


Ew tên, da ku hêjabûna baweriya we kifş bibe û çaxê ku Îsa Mesîh xuya bibe ji we re bibe pesin, rûmet û serbilindî. Bi ser ku zêr tune dibe û diçe, dîsa di êgir de tê helandin. Û baweriya we ji zêr gelek hêjatir e.


Bi wî ve ra bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila şikirdariya we zêde bibe.


Îcar hûn bi hêza Xwedê bi riya baweriyê, ji bo xilasbûna ku amade ye di wextê dawî de bê eşkerekirin, tên parastin.


Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»


da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin,


Ew ji nav me derketin, lê belê ew ne ji me bûn. Eger ew ji me bûna, wê bi me re bimana. Lê çûna wan diyar kir ku ew hemû ne ji me ne.


Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs î û ezê li ser vê latê Civîna xwe ava bikim. Hêza diyarê miriyan nikare wê bindest bike.


Wê bibe wekî hosteyekî ku zîv safî û paqij dike. Çawa ku zêr û zîv paqij dike, wê Lêwiyiyan paqij bike ku ew bi rastiyê diyariyan bidin Xudan.


Kesê xerab bi bahozê re tune dibe, Lê kesê rast her û her li ser lingan dimîne.


«Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye.


Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û nake, mîna wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser seylakê ava kiriye.


Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite