Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 4:4 - Kurmanji Încîl

4 Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.› »

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

4 Lê Îsa lê vegerʼand û gotê: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikʼeve›».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Ле Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Ньвисар ә: ‹Инсан тʼәне бь нен нажи, ле бь һәр хәбәра кӧ жь дәве Хԝәде дәрдькʼәвә›».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بله عیسی گُت: «تَوراته دا هاتیَ نِویساندِن گو: «”انسان تِنه بِ نان ساخ نینَ، بَلگو بِ هر قِسَیَگه گو ژه دَوْه خدادا دَردِکَویت.“»

Gade chapit la Kopi




Metta 4:4
26 Referans Kwoze  

Wî hûn xistin tengasiyê, birçî hiştin û paşê manya ku ne we û ne jî bav û kalên we pê zanibû bi we da xwarin ku hûn bizanibin mirov tenê bi nên najî, lê bi her gotina ji devê Xudan derdikeve dijî.


Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.› »


Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in.


Îcar ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe.


Û rahêjin kumzirxê xilasiyê û şûrê Ruh ê ku peyva Xwedê ye.


Gelê Îsraêl ev dît û ji hev re got: “Ev çi ye?” Çimkî nizanibûn ew çi ye. Mûsa ji wan re got: “Ev ew nan e ku Xudan ji bo xwarinê da we.


Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.› »


Gelê Îsraêl çil salan, heta gihîştin sînorê welatê Kenana ku lê bi cih bûn, Man xwarin.


Piştre Mûsa got: “Gava Xudan êvarê ji bo xwarinê goşt û serê sibê jî heta ku hûn têr bibin nan bide we, wî çaxî hûnê bizanibin. Çimkî ya ku hûn li dijî wî dibêjin Xudan dibihîze. Ma em kî ne? Gazina we ne ji me, ji Xudan e.”


Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›»


Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan Xwedayê xwe neceribîne.› »


Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.› »


Tê Cejna Nanê Şikeva pîroz bikî. Çawa ku min li te emir kiriye, di rojên kifşkirî yên meha Avîvê de heft rojan nanê şikeva bixwe. Çimkî tu di wê mehê de ji Misrê derketî. “Bila tu kes destvala neyê pêşberî min.


Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar dike.»


Û got: «Ew tiştên ku ji dilê mirov derdikevin, wî murdar dikin.


«Çaxê Alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim, ew Ruhê Rastiyê yê ku ji ba Bav derdikeve bê, ewê ji bo min şahidiyê bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite