Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 28:5 - Kurmanji Încîl

5 Milyaket ji jinan re got: «Hûn netirsin, ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

5 Milyakʼet wan kʼulfetarʼa got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Мьлйакʼәт ԝан кʼӧлфәтарʼа гот: «Нәтьрсьн! Әз заньм һун ль Ԝи Исайи дьгәрʼьн, Йе кӧ һатә хачкьрьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 ایجا وه میلیاکَته گُتَ ژِنگا: «نَتِرسِن! اَز دِزانِم گو اون دوو عیسایه خاچِوَ وَبویی دِگَرِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 28:5
17 Referans Kwoze  

Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?


Tu netirse, çimkî ez bi te re me. Tu nebizde, çimkî Xwedayê te ez im. Ezê te bişidînim, alîkariya te bikim. Ezê bi destê rastê yê edaleta xwe Ji te re bibim destek.


Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: «Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin?


Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye.


Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû.


Hingê Îsa ji wan re got: «Netirsin. Herin û ji birayên min re bêjin, bila biçin Celîlê. Li wir ewê min bibînin.»


Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»


Wî ji min re got: “Netirse, tu ew kes î ku pir jê hatiye hezkirin. Silametî li ser te be. Hêzdar be, belê hêzdar be.” Çaxê ew bi min re peyivî ez hêzdar bûm û min got: “Bipeyive ezbenî, çimkî te ez hêzdar kirim.”


Wî ji min re got: “Netirse Daniyêl! Ji roja ku te biryar da fêmdar bibî û xwe li ber Xwedê bitewînî vir ve, duaya te hat bihîstin. Loma ji ber gotinên te ez hatim.


“Ya Aqûbê kurmê axê! Îsraêlo, netirse! Ezê alîkariya te bikim.” Ev e gotina Xudan. “Yê ku te rizgar dike, Pîrozê Îsraêl e!


Ji kesên dilbitirs re bêjin, “Hêzdar bin, netirsin, Va ye Xwedayê me! Tê ku tolê bistîne, Tê ku heyfê hilde. Ew bi xwe tê û wê we rizgar bike.”


Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.


Lê Xwedê ew vejand û êşên mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî bima.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite