Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:44 - Kurmanji Încîl

44 «Hingê ewê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?›

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

44 Hingê ewê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan! Me kʼengê Tu birʼçî yan tʼî, yan xerîb, yan bê sitʼar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkʼarî neda Te?›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

44 Һьнге әԝе Ԝирʼа бежьн: ‹Хӧдан! Мә кʼәнге Тӧ бьрʼчи йан тʼи, йан хәриб, йан бе сьтʼар, йан нәхԝәш, йан кәледа дити у мә аликʼари нәда Тә?›

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

44 ایجا اَو دیه جیوابا ویدا بِژِن: ”اَی خاده، مَ کَنگه تِ بِرسی آن تِرنی، غَریب آن روت، نَساخ آن زیندانه دا دیت و بُ تَ خِذمَت نَگِر؟“

Gade chapit la Kopi




Metta 25:44
14 Referans Kwoze  

Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?»


Wê rojê gelek wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me cin dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?›


Xudan dibêje: “We li dijî min gotinên hişk gotin. Lê hûn dibêjin: ‘Me li dijî te çi got?’


We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”


“Kur bavê xwe, xulam jî xweyê xwe birûmet dike. Madem ez bav im, ka rûmeta min?! Madem ez xweyî me, ka qedrê min?!” Xudanê Karîndar dibêje. “Kahinno! Kesên ku navê min nizim dikin! Hûn dibêjin: ‘Me navê te çawa nizim kiriye?’


Tu dibêjî: ‘Ez bêsûc im, Bêguman hêrsa wî ya li dijî min daket.’ Va ye, ji ber ku te got: ‘Min guneh nekir.’ Ezê dadbariya te bikim.


“Tu çawa dikarî bêjî: ‘Ez qirêj nebûm, Ez li pey Baalan neketim?’ Tu li riya xwe a li newal binêre, Bizanibe ka te çi kir. Tu deveya ciwan a eware û lingsivik î.


Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, Çimkî ewê bên têrkirin.


Yê ku pêxemberekî ji ber ku pêxember e qebûl bike, ewê xelata ku ji bo pêxember e bistîne. Û yê ku mirovê rast ji ber ku rast e qebûl bike, ewê xelata yê rast bistîne.


Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›


Hingê ewê bersîva wan bide û bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we ew ji bo min jî nekiriye.›


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite