Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 25:36 - Kurmanji Încîl

36 ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.›

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

36 Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

36 Әз тәʼзи бум ԝә Әз кʼьнщ кьрьм, Әз нәхԝәш бум һун сәр Мьнда һатьн, Әз кәледа бум һун һатьнә щәм Мьн›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 اَز روت بوم، وَ جِلِگ گِرِنَ بَر مِدا؛ اَز نَساخ بوم، اون هاتنَ سَرا مِن؛ اَز زیندانه دا بوم، اون هاتنَ دیتِنا مِن.“

Gade chapit la Kopi




Metta 25:36
17 Referans Kwoze  

Li ba Bav Xwedê, dîndariya paqij û bêleke ev e ku mirov di tengahiyên sêwî û jinebiyan de here serdana wan û xwe ji lekeyên dinyayê biparêze.


Girtiyan bînin bîra xwe, wek ku hûn bi wan re girtî ne û cefakêşan jî bînin bîra xwe, wek ku di bedenê de hûn jî wek wan in.


Çimkî hûn bûn hevalparê derdê girtiyan û talankirina malên xwe bi şahî ragirt, çimkî we dizanibû ku malê çêtir û mayîndar ji bo we heye.


Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‹Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e.›»


Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wisa bike.»


Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›


Ma bi birçiyan re parîkirina nên, Li mala xwe hewandina bindestên bêmal, Cilûbergkirina kesên tazî ku hûn dibînin Û bi merivên xwe re alîkarîkirin ne ev e?


«Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, an kengê me tu tî dîtî û av da te?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite