Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 23:35 - Kurmanji Încîl

35 Bi vî awayî hemû xwîna bêsûc a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we: Ji xwîna Habîlê rast heta bi xwîna Zekeryayê Kurê Berexya yê ku we di navbera Perestgeh û gorîgehê de kuşt.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

35 Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Һʼәму хуна бесущә кӧ сәр рʼуйе әʼрде һатийә рʼетьне ԝе бе сәр ԝә, жь хуна Һабиле бесущ һʼәта хуна Зәкәрийайе кӧрʼе Бәрәхийа, әԝе кӧ ԝә нав пʼарьстгәһ у горигәһеда кӧшт.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 بَهنده تواوی خونا صالِحان گو سَر عَردی هاتیَ رِژاندِن، ژه خونا هابیله صالِح گِرتی حَتا خونا زکریا گوره بَرَخیا، گو وَ اَو نابَینا جیه مِحرابه و قُربانگَهه گُشت، دیه سَر سُگُرا وَ بیت.

Gade chapit la Kopi




Metta 23:35
22 Referans Kwoze  

Di meha heştan a dusaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Zekeriyayê Pêxemberê kurê Berekyayê kurê Îddo re hat û got:


Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive.


Qayîn ji Habîlê birayê xwe re got: “Em herin çolê.” Gava ew li çolê bûn Qayîn êrîşî Habîlê birayê xwe kir û ew kuşt.


Xwîna pêxember, pîroz û hemûyên ku Li ser rûyê erdê hatine şerjêkirin ket stûyê wî bajarî.»


Lê baş bizanibin, heke hûn min bikujin, hûnê xwîna bêsûcekî bixin ser xwe û ser vî bajarî û şêniyên wî. Çimkî bi rastî jî, ji bo ez tevahiya van gotinan ji we re bêjim, Xudan ez şandim ba we.”


û xwîna bêsûcan ku wî rijand, ev hat serê wî. Çimkî wî Orşelîmê bi xwîna bêsûcan dagirt. Loma Xudan nexwest wî bibexişîne.


Minaşşe ne bi tenê bi Cihûdayê tiştên di çavê Xudan de xerab in da kirin, wî herwiha ewqas xwîna bêsûcan rijand ku Orşelîmê ji seriyekî heta seriyê din tije kir.


Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl çêtir dibêje.


ji xwîna Habîl heta xwîna Zekeryayê ku di navbera gorîgeh û Perestgehê de hat kuştin. Erê, ez ji we re dibêjim ku wê ji vî nifşî bê xwestin.


Wan Ûriya ji Misrê deranî û ew anî ba Yehoyaqîm. Wî ew bi şûr kuşt û laşê wî avêt goristana gel.


Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.


Bi dawa xiftanê te ve jî Xwîna hejarên bêsûc heye Û te ew li ser diziya mala xwe negirtin. Lê tevî ku te ev hemû tişt kirine jî,


“Min beredayî li kurên we xist, Wan terbiye qebûl nekir. Çawa ku şêr helak dike, Şûrê we pêxemberên we kuştin.


Hûnê welatê ku hûn lê rûdinin qirêj nekin. Çimkî xwîn welêt qirêj dike. Ji bo welatê ku xwîn lê hatiye rijandin, ne bi tiştekî din, lê tenê bi xwîna kesê ku xwîn rijandiye wê kefaret bê dayîn.


Ji ber neheqiya bav û kalên wî, Ji bo serjêkirina kurên Padîşahê Babîlê Cihekê ava bikin ku qet ranebin, Welat ji xwe re nekin milk Û rûyê erdê bi bajaran tije nekin.


Gava Yêremya hemû gotinên ku Xudan lê emir kiribûn, gotin û qedandin, kahinan, pêxemberan û tevahiya gel ew girt û got: “Divê tu bimirî!


got: «Me hişk li we emir kir ku hûn bi vî navî hîn nekin, lê va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir û hûn dixwazin xwîna vî mirovî bixin ser me.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite