Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 23:23 - Kurmanji Încîl

23 «Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

23 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û kʼêmûnê didin, lê tiştêd Qanûnêye pêş, awa gotî heqîyê, rʼeʼmê û bawerîyê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Ԝәй ль ԝә ԛанунзан у ферьсийа! Дӧрʼуно! Һун дәһәке пунге, анисойе у кʼемуне дьдьн, ле тьштед Ԛанунейә пеш, аԝа готи һәԛийе, рʼәʼме у баԝәрийе давежьнә пьшт гӧһе хԝә. Ԝә гәрәке әв йәк бькьрана у дәст жь йед майин нәкʼьшанда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 «وَی بُ حاله وَ اَی ماموستایِت تَوراته و فَریسی، اَی مِرُوِت ریاکار! چون گو اون ژه نانَع و شِویت و زیره گورَیَگی شِریعَتا موسی دَهادا یگه دِدَن، بله گوهه خو نادَنَ اَمرِت مُهِمتِرَ شِریعَته گو هَمَن عدالت و رَحم و وفاداریَ. وَ اَونَ دِبا اینابا جی و اَونه دیتِر ژی بیراخو نَبِرِبا.

Gade chapit la Kopi




Metta 23:23
16 Referans Kwoze  

Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka pûng, catir û hemû cûreyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.


Mirovo! Xudan ya qenc û ya ji te dixwaze, gotiye. Ma wî nexwest ku tu edaletê pêk bînî, Ji dilovaniyê hez bikî Û bi nefsbiçûkî bi Xwedayê xwe re bimeşî?


Çimkî ez dilovaniyê dixwazim, ne qurbanê. Ji qurbanên şewitandinê bêtir, Zanîna Xwedê dixwazim.


Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»


Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e.


Li gorî Xudan pêkanîna rastî û edaletê, Ji pêşkêşkirinê çêtir e.


“‘Tovê erdê be yan jî tovê fêkiyê darê be, hemû dehyeka ji erdê ya Xudan e. Ew ji Xudan re pîroz e.


Ez di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.›


Eger we mana vê gotina ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› bizaniya, weyê yên bêsûc sûcdar dernexistana.


Piştî ku wî rûyê axê sererast kir, Tovê çorekê najo? Kîmyonê jî nareşîne? Ma ew genim rêz bi rêz, Ceh li dera kifşkirî Û genimê sor danayîne cihê wî?


Xudan wiha dibêje: Bi edalet û rastiyê tevbigerin. Kesê hatiye şelandin ji destê zordar rizgar bikin. Li xerîb, sêwî û jinebiyan neheqî û zordariyê nekin. Li vê derê xwîna bêsûcan nerijînin.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite