Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 22:30 - Kurmanji Încîl

30 Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

30 Rʼoja Rʼabûna mirîya ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê ewê mîna milyakʼetêd eʼzmên bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Рʼожа Рʼабуна мьрийа нә ԝе бьзәԝьщьн, нә жи мер кьн, ле әԝе мина мьлйакʼәтед әʼзмен бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 چون گو له رُژا ساخ بونا مِریادا چه کَس نه ژِنگه دِخازیت و نه مِر دِگَت، بَلگو همو بینا میلیاکَتِت ناو اَسمانی دانَ.

Gade chapit la Kopi




Metta 22:30
14 Referans Kwoze  

Çimkî di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê,


Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»


Heta roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin.


Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.


Ey hûn milyaketên wî, Xudan pîroz kin! Ey egîtên ku bi ya wî dikin, Wî gohdar bikin!


«Hay jê hebin, yekî ji van biçûkan kêm nebînin. Çimkî ez ji we re dibêjim ku milyaketên wan li ezmanan hergav li rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin.


“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Heke tu di riya min de bimeşî û peywirên ku didim te pêk bînî, tê serweriya Mala min û peywirdariya hewşên min jî bikî. Ezê destûr bidim ku tu li nav wan ên ku li vir disekinin, derkevî hizûra min.


Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we re çi dibêje?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite