Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 22:29 - Kurmanji Încîl

29 Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz û hêza Xwedê nizanin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

29 Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 Иса ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Һун хальфи нә, чьмки нә ньвисара заньн, нә жи ԛәԝата Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 بله عیسی جیواب دا وان: «اون خَلَطِن، چون گو اون نه ژه کِتِبِت مُقدس چه دِشدی فام دِگَن و نه ژه قُدرَتا خدا!

Gade chapit la Kopi




Metta 22:29
21 Referans Kwoze  

– Wan hê ji Nivîsara Pîroz fêm nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. –


Îcar ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe.


“Ax, ya Reb Xudan! Te erd û ezman bi hêza xwe ya mezin û zendê xwe yê dirêjkirî afirandin. Ji bo te tiştekî nepêkan e tuneye.


Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.»


Lê wê miriyên te vejin, Wê bedenên wan rabin. Kesên di nav tozê de dijîn, Şiyar bin û bi kêf biqîrin! Çimkî xunava te xunava ronahiyê ye Û wê dinya miriyên xwe bîne jiyanê.


Ezê bi saya rastdariyê rûyê te bibînim, Gava hişyar bim, bi dîdara te têr bibim.


Ewê bi wê qeweta xwe ya ku dikare her tiştî bindest bike, bedena me ya reben biguhere û bike wek bedena xwe ya bi rûmet.


Çima baweriya we pê nayê ku Xwedê miriyan rake?


Belê wê mirin her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çavan, Ji hemû rûyan paqij bike. Wê şerma gelê xwe, Ji tevahiya dinyayê rake. Çimkî Xudan wiha gotiye.


“Ezê bi fîdye wan ji diyarê miriyan, Ji mirinê rizgar bikim. Mirin! Ka felaketa te? Diyarê miriyan! Ka hilweşîna te? Ezê qet poşman nebim.


Ma ji bo Xudan tiştekî nepêkan heye? Ezê sala bê, di çaxê ku hat diyarkirin de vegerim ba te û wê kurekî Sarayê hebe.”


Îcar Roja Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»


Îsa ji wan re got: «Ma sedemê şaşbûna we ne ev e ku hûn bi Nivîsarên Pîroz û bi hêza Xwedê nizanin?


Rast werin ser hişê xwe û guneh nekin. Çimkî li ba hinekan zanîna Xwedê tune. Ji bo ku hûn şerm bibin ez van dibêjim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite