Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 22:24 - Kurmanji Încîl

24 û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

24 û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 у готьне: «Дәрсдар! Муса гот: ‹Һәгәр йәк безӧрʼәт бьмьрә, бьра бьре ԝи жьна ԝи бьстинә у ԝаре бьре хԝә шин кә›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 گُتن: «ماموستا، موسی بُ مَ اَمِر گِریَ گو هَگو مِرُوَگ به زارو بِمِریت، بِرایه وی دِبی اَوه بِوَژِنه بِخازیت گو نَسلَگ بُ بِرایه وی بِمینیتَ جی.

Gade chapit la Kopi




Metta 22:24
14 Referans Kwoze  

«Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî zewicî be û ew bê zarok bimire, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›


«Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî bimire, zarokên wî nebin û jina xwe li pey xwe bihêle, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê ji birayê xwe re rake.›


«Û çima hûn ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, Ya Xudan› û ew tiştên ku ez dibêjim, hûn nakin?


«Mamoste, di Şerîetê de emrê herî mezin kîjan e?»


Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî.


«Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan› wê bikevin Padîşahiya Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê.


Lê Naomî got: “Vegerin keçên min, ma hûnê çima bi min re werin? Ma di zikê min de, tu kurên min ê ku wê ji we re bibin mêr hene?


Cihûda ji bûka xwe Tamarê re got: “Tu li mala bavê xwe bi jinebîtî bimîne, heta kurê min Şêla mezin bibe.” Cihûda di dilê xwe de digot: “Dibe ku ew jî wekî birayên xwe bimire.” Tamar jî çû, li mala bavê xwe ma.


Cihûda ji Onan re got: “Here ba jinbira xwe û wezîfeya xwe ya tiyîtiyê bi cih bîne ku ziriyeta birayê te çêbe.”


Tu îşev li vir bimîne. Heke sibê ew, wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike, baş e. Bila bike. Lê heke ew nexwaze wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim ku ezê wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Tu heta serê sibê razê.”


Bowaz got: “Lê belê gava tu zeviyê ji destê Naomî bikirî, ji bo ku navê yê mirî li ser mîras bimîne, divê tu jina wî ya Moavî, Rûtê jî, ji xwe re bînî.”


Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt.


Ma di Roja Vejînê de ew jin wê bibe jina kîjanî ji van? Çimkî her heftan jî ew anîbû.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite