Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 2:16 - Kurmanji Încîl

16 Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê, fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

16 Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs kʼet. Ewî eʼmir kir ku hʼemû zarʼokêd kurʼîne li Beytlehʼmê û dor-berê wê, yêd du salî û ji wan biçʼûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê hʼesîya bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Гава Һеродәс дит кӧ әԝ жь стәйрнаса һатә хапандьне, гәләки һерс кʼәт. Әԝи әʼмьр кьр кӧ һʼәму зарʼокед кӧрʼинә ль Бәйтләһʼме у дор-бәре ԝе, йед дӧ сали у жь ԝан бьчʼуктьр һәбун, кӧ бенә кӧштьне, ль гора ԝи ԝәхте кӧ жь стәйрнаса пе һʼәсийа бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 وقته هیرودیس پاشا زانی گو مَجوسیا اَو لِباندِنَ، گَلَک کَربه وی وَبو و رِگِر و تواوی گورِگه دو سالی و گوشگَتِر گو بِیت‌لِحِمه و مَنطَقه دُرا ویدا بون، گورَیَگی زَمانه گو ژه مَجوسیا پیسیار گِره بو، گُشتِن.

Gade chapit la Kopi




Metta 2:16
21 Referans Kwoze  

Lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin, Ber bi rijandina xwîna bêsûcan ve dilezînin. Fikrên wan, fikrên xerabiyê ne, Şikestin û hilweşandin li ser riya wan e.


Serwerê xerab ê li ser belengazan, Wekî şêrê dike himîn û hirçê êrîşkar e.


Û min dît ku jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahidên Îsa serxweş e. Gava ku min ew dît, ez gelek şaş bûm.


Loma wê di nav gelê we de, xirecira şer derkeve, Wê tevahiya bircên te bên hilweşandin. Çawa ku Şalman di roja şer de Bêtarbêlê xera kir, Dayik û zarok li erdê xistin û perçe kirin.


Li ser vê yekê Nebûxadnessar bi hêrseke mezin emir kir ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego bînin. Ew anîn pêşberî padîşah.


Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.


Hazaêl got: “Ezbenî, tu çima digirî?” Êlîşa got: “Çimkî ez zanim tê çi xerabiyê bînî serê Îsraêliyan. Tê êgir bi sûrên wan bixî û xortên wan ên bijare bi şûran bikujî. Tê zarokên wan li erdê bixî û perçe bikî. Tê zikên jinên bizaro jî biqelişînî.”


Delîla jê re got: “Te ez xapandim û derew li min kir. Ji kerema xwe ji min re bêje, ka tu dikarî bi çi werî girêdan?”


Bila nalet bê li hêrsa wan, Çimkî hovîtî bû kirina wan. Bila nalet bê li xezeba wan, Çimkî xedar e karê wan. Ezê wan di nav gelê Aqûb de ji hev dûr bikim, Li nav gelê Îsraêl belav bikim.


Mirovê xwîna yekî ketiye stûyê wî, Wê heta gorê bireve. Bila tu kes pişta wî negire.


“Ez ji bo hevalên xwe bûm pêkenok, Ez ê ku min gazî Xwedê dikir Û wî bersiva min dida. Zilamê rast û kamil bû pêkenok!


Wî çaxî Balaq li Balam hêrs bû. Wî destên xwe li hev xistin û ji Balam re got: “Ji bo tu naletê li dijminên min bînî min gazî te kir, lê ev sê car in tu wan pîroz dikî.


Balam ji kerê re got: “Tu henekên xwe bi min dikî. Di destê min de şûr hebûya minê hema wê gavê tu bikuştayî.”


Wê ji mêrê xwe re got: “Ev koleyê Îbranî hat ku min rezîl bike.


rabû gazî xizmetkarên malê kir û got: “Binêrin! Mêrê min ev zilamê Îbranî anî ku me rezîl bike! Ew hat ku dest bavêje min, lê min kir qîrîn û hewar.


Îcar di dema Hêrodês padîşah de, çaxê Îsa li Beytlehma Cihûstanê çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê


Li ser vê yekê Hêrodês bi dizî gazî stêrnasan kir û ji wan qenc hîn bû ku stêr kengê xuya bûye.


Hingê ew peyva ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih:


Û dûvikê wî sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber wê jina ku li ber zarokanînê bû rawesta. Ew li benda bûyîna zarok bû, ku wî daqurtîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite