Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 19:23 - Kurmanji Încîl

23 Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji bo mirovê dewlemend ketina Padîşahiya Ezmanan zehmet e.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

23 Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez rʼast werʼa dibêjim, dewletîyarʼa zeʼmet e ku bikʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Һьнге Иса готә шагьртед Хԝә: «Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, дәԝләтийарʼа зәʼмәт ә кӧ бькʼәвьнә Пʼадшатийа Әʼзмана.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 هِنگه عیسی گُتَ شاگِردِت خو: «بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، چُیینا دَولمَندَگه ناو پادشاهیا اَسمانی دا گَلَک زحمتَ.

Gade chapit la Kopi




Metta 19:23
25 Referans Kwoze  

Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.


Îsa li dora xwe nêrî û ji şagirtên xwe re got: «Çiqas zehmet e ku kesên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!»


Îcar gava Îsa dît ku ew gelek xemgirtî bû, got: «Çiqas zehmet e ku yên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!


Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin.


Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.»


Kesê bi dewlemendiya xwe ewle ye dikeve, Lê kesê rast wekî pelê darê şîn dibe.


Lê belê, we yê belengaz bêrûmet kir. Ma yên ku serdestiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Ma ne ew in ku we dikişînin ber dadgehan?


Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»


Îsa bersîva wî da: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe, nikare bikeve Padîşahiya Xwedê.


û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.


De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan û Fêrisiyan re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.


Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê.


Gava ku yê xort ev peyv bihîst bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite