Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 19:14 - Kurmanji Încîl

14 Lê Îsa got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min û pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Ezmanan ji yên weha re ye.»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

14 Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Иса гот: «Бьра әԝ зарʼок бенә щәм Мьн, пешийа ԝан нәгьрьн, чьмки Пʼадшатийа Әʼзмана пʼара йед ӧса йә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 عیسی گُت: «بِهلِن زارو بِنَ لاره مِن؛ پِشیا وان نَگِرِن، چون گو پادشاهیا اَسمانی یا مِرُوه بینا وانَیَ.»

Gade chapit la Kopi




Metta 19:14
18 Referans Kwoze  

û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.


Birano, di aqil de zarok nebin. Di xerabiyê de bibin zarokên biçûk, lê di aqil de gihîştî bin.


Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs bû û ji wan re got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min; pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.


Di wî wextî de Îsa got: «Ey Bavo, ez ji te re şikir dikim, Xudanê erd û ezmên! Çimkî te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartin û ji zarokên biçûk re eşkere kirine.


Wê soz da û got: “Ya Xudanê Karîndar, heke tu bi rastî hay ji şikestina xulama xwe hebî û min bînî bîra xwe, xulama xwe ji bîr nekî û kurekî bidî min, heta sax be ezê wî pêşkêşî riya te bikim. Wê tu caran gûzan bi serê wî nekeve.”


Lê ji min re got: ‘Tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe. Çimkî kurik ji roja ku bikeve zikê diya xwe heta bimire, wê ji Xwedê re kesê sozdana nezîriyê be.’”


Wan rojan Samûêlê biçûk xizmeta Xudan dikir û kirasê kahintiyê yê kitan lê bû.


Piştî ku ew ji şîr hat vekirin, tevî wî Hannayê conegayekî sê salî, efayek arvan û meşkek şerab bi xwe re birin Mala Xudan a li Şîloyê. Kurik jî hê biçûk bû.


Gava Îshaq heşt rojî bû, Îbrahîm çawa ku Xwedê lê emir kiribû ew sinet kir.


Lê Hanna neçû. Ji mêrê xwe re got: “Gava zarok ji şîr hat vekirin, ezê wî bibim ku xizmeta Xudan bike û wê her li wir be.”


«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, Çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.


Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan, Çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e.


Û wî destên xwe danîn ser wan û ji wê derê çû.


Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite