Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 18:31 - Kurmanji Încîl

31 «Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re gotin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

31 Çaxê xulam-hevalêd wîye din ev yek dîtin, gelekî ber xwe kʼetin û çûn xweyê xwerʼa tiştêd ku qewimîbû gilî kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Чахе хӧлам-һәвалед ԝийә дьн әв йәк дитьн, гәләки бәр хԝә кʼәтьн у чун хԝәйе хԝәрʼа тьштед кӧ ԛәԝьмибу гьли кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 وقته گو خِذمَتکارِت دیتِر اَو دِشدا گو قَوِمی دیتِن، گَلَک پَرِشَ بون و چُنَ لاره آغایه خو و تواوی اَو دِشدا گو قَوِمی بو گُتن.

Gade chapit la Kopi




Metta 18:31
16 Referans Kwoze  

Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.


Girtiyan bînin bîra xwe, wek ku hûn bi wan re girtî ne û cefakêşan jî bînin bîra xwe, wek ku di bedenê de hûn jî wek wan in.


Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû.


Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya


Yê xulam vegeriya û ev tişt ji axayê xwe re got. Hingê malxwê malê hêrs ket û ji xulamê xwe re got: ‹Bi lez here derve nav meydan û kolanên bajêr, belengaz, seqet, kor û kulekan bîne hundir.›


Xwezî serê min kanî Û çavê min çavkaniya hêsiran bûya Ku ez ji bo kuştiyên gelê xwe yê delal, Bi şev û roj bigiriyama.


Bi şirrik hêsir ji çavê min dibarin, Çimkî ew şerîeta te nagirin.


Qeyda ziriyeta Aqûb: Ûsiv xortekî hivdeh salî bû. Ew bi birayên xwe yên ji jinbavên xwe, bi kurên Bîlhayê û kurên Zîlpayê re li ber pêz bû. Ûsiv kirinên xerab ên birayên xwe ji bavê xwe re dianî.


Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be.


Çaxê min xayin dîtin, dilê min qeliqî, Çimkî ew peyva te nagirin.


Ez bi şermî dibêjim: «Hêza me tunebû ku em weha bikin.» Lê eger yek di tiştekî de biwêre ku pesnê xwe bide – ez bi bêaqilî dipeyivim – ez jî diwêrim ku pesnê xwe bidim.


Padîşah xemgirtî bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber ên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn, wî emir kir ku daxwaza wê bê cih.


«Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.›


Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku wî deynê xwe bide.


Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te bihûrîm.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite