Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 18:28 - Kurmanji Încîl

28 «Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.›

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

28 Lê çaxê ew xulam derkʼet, rʼastî xulam-hevalekî xwe hat ku sed zîvî deyndarê wî bû, dest kire xeneqê û gotê: ‹Tu çiqasî deyndarê min î bide!›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 Ле чахе әԝ хӧлам дәркʼәт, рʼасти хӧлам-һәваләки хԝә һат кӧ сәд зиви дәйндаре ԝи бу, дәст кьрә хәнәԛе у готе: ‹Тӧ чьԛаси дәйндаре мьн и бьдә!›

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 بله وقته گو اَو خِذمَتکار دِچو دَروَ، هَوالَگه خو یه خِذمَتکار دیت گو صد دینارا هِندی حَقه سه هَویه پالَیَگه قَرداره وی بو. ایجا اَو گِرت و دَسته خو هاوِتَ گَویا وی و گُت: ”قَره خو بِدَ!“

Gade chapit la Kopi




Metta 18:28
15 Referans Kwoze  

Ew ji bo rojê bi zîvekî bi paleyan re li hev hat û ew şandin nav rezê xwe.


Karê bexişandina deynan wiha çêdibe: Wê her kesê ku deyn daye, deynê cîranê xwe bibexişîne. Wê ji cîranê xwe yan birayê xwe deynê xwe nexwaze. Çimkî sala Xudan a bexişandina deynan hatiye eşkerekirin.


Dibêjin: ‘Em rojî digirin, Çima tu nabînî? Me canê xwe nizim kir, Çima tu pê nizanî?’ “Va ye, di roja hûn rojî digirin de, Hûn li pey kêfa xwe ne Û zorê li hemû karkerên xwe dikin.


“Gelên welêt heke eşya û her cure genim ji bo firotinê, Roja Septê bînin, Roja Septê yan jî rojeke din a pîroz jî be, ji wan nekirin. Emê sala heftan erdê xwe beyar bihêlin û hemû deynan bibexişînin.


Bi dilê xwe şêwirîm, min pêşeng û peywirdar sûcdar kirin û got: “Tevahiya we ji birayên xwe faîzê distînin.” Min li dijî wan komeke mezin ava kir


Feqîrê ku zorê li belengazan dike, Wekî taviya baranê ye ku nên nahêle.


Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî bihûrt.


Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.›


Îsa li wan vegerand û got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Şagirtan got: «Ma em herin bi du sed zîvî nên bikirrin û bi wan bidin xwarin?»


Ev rûnê bîhnxweş dikaribû ji sê sed zîvî zêdetir bihata firotin û li belengazan bihata belavkirin.» Bi vî awayî lome ji jinikê kirin.


«Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî zîvî deyndar bû.


Dotira rojê du zîv derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‹Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ezê bidim te.›


Filîpos bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî jî nan têra wan nake!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite