Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 18:15 - Kurmanji Încîl

15 «Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

15 Heger birê te neheqîyê li te bike, gava tu û ew tʼenê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdarîya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Һәгәр бьре тә нәһәԛийе ль тә бькә, гава тӧ у әԝ тʼәне нә, ԝи ширәт кә. Һәгәр әԝи гӧһдарийа тә кьр, иди тә бьре хԝә ԛазьнщ кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 «هَگو بِرایه تَ راستا تَدا گُنَهکار بیت، هَرَ لاره وی و تِنه نابَینا خو و ویدا، خطایا وی بِژِدا. هَگو قِسا تَ قَبول گَت، تَ بِرایه خو دیسا اینایَ دَست؛

Gade chapit la Kopi




Metta 18:15
21 Referans Kwoze  

“‘Tê di dilê xwe de ji birayê xwe nefretê nekî. Gava cîranê te guneh kir, tê wî hişyar bikî. Yan na tê jî sûcdar bê hesibandin.


Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin.


Birano, eger yek di neheqiyekê de bê girtin, hûn ên ku ruhanî ne, yekî weha bi ruhê nermîtiyê bînin ser rê. Tu jî hay ji xwe hebe, da ku tu neyî ceribandin.


Wî wek dijmin nehesibînin, lê belê wek bira şîretan lê bikin.


«Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»


Bila yê rast li min xe, ji bo min qencî ye, Li min hilatina wî, wek wî rûnî ye ku li serî tê xistin. Serê min wî red nake, Belê dua min li hemberî xerabiya xeraban e.


Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.


Jinno, bi vî awayî hûn jî bi ya mêrê xwe bikin. Wisa ku, eger hinek ji wan bi peyva Xwedê baweriyê neynin jî,


Û bi vî awayî bi gunehkirina li hember birayan û birîndarkirina wijdana wan a qels, hûn li hember Mesîh guneh dikin.


Berê rastan dara jiyanê ye, Şehreza canan qezenc dike.


Min ew name ji we re ne ji bo yê ku neheqî kir, ne jî ji bo yê ku neheqî lê hat kirin, lê belê ji bo ku xîretkêşiya we ya ji bo me li ber Xwedê ji we re eşkere bibe, nivîsî.


Û di vê yekê de tu kes heqê birayê xwe nexwe û li hember wî sûc neke. Wek ku me pêşî ji we re got û tembîh li we kir, Xudan ji bo van hemû tiştan heyfê hiltîne.


Bi vî awayî Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe.


Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî bibihûrim? Ma heta heft caran?»


Piştî ku te carek du caran şîret kir, xwe ji mirovê cudaker dûr bixe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite