Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 17:20 - Kurmanji Încîl

20-21 Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune ku ji bo we çênebe.»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

20 Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Иса готә ԝан: «Бона кембаԝәрийа ԝә. Әз рʼаст ԝәрʼа дьбежьм, һәгәр баԝәрийа ԝә ԝәкә һʼәбәкә тʼохьме хәрдале һәбә, һуне ви чʼийайирʼа бежьн: ‹Жь вьр дәрбази ԝи али бә!› у ԝе дәрбаз бә. У бона ԝә тьштәки нәбуйине ԝе тʼӧнәбә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 عیسی جیواب دا: «بَر خاطره هِنده گو ایمانا وَ گِمَ. بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، هَگو وَ ایمانَگه هِندی دِندِگا گوشگَیَ خردله هَبیت، اون دِگارِن بِژِنَ وی چییایی ”اِرَ هَرَ وِدَرا هانه“ و اَو دیه بِچیت و چه شُل نینَ گو اون نَگارِن بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Metta 17:20
19 Referans Kwoze  

Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.


Bi rastî, ez ji we re dibêjim, Kî ku ji vî çiyayî re bêje: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› û di dilê xwe de nekeve şikê, lê bawer bike ku daxwaza wî wê bê cih, tiştê ku bixwaze wê jê re bibe.


Lê Îsa got: «Tiştê ku li ba mirovan nabe, li ba Xwedê dibe.»


Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.»


Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe.


Îsa ji wî re got: «Te got: ‹Eger tu bikarî›! Ji bo yê ku bawer dike her tişt çêdibe.»


Eger pêxemberîtiya min hebe û ez hemû siran û her zanayiyê bizanim û eger baweriya min a tam a ku çiyayan ji cihê wan rake hebe, lê hezkirina min tune be, ez qet ne tu tişt im.


Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî rahişt libeke xerdelê û ew di zeviya xwe de çand.


Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?»


Ew dimîne liba xerdelê. Gava tê çandin, ji hemû tovên li ser erdê biçûktir e.


Îcar em dibînin ku wan ji ber bêbaweriya xwe nekarîn bikevinê.


Îsa bersîv da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.»


bi eynî Ruhî ji yekî re bawerî û bi Ruhê ku yek e ji yekî din re jî diyariyên qenckirina nexweşan tê dayîn.


Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: «Heta ku Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, tiştên ku we dîtin, ji kesî re nebêjin.»


Îsa li wan vegerand: «Hey kêmîmanno, hûn çima ditirsin?» Hingê ew rabû, li bayê û li golê hilat û bêpêjiniyeke mezin çêbû.


Hingê şagirt bi serê xwe hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»


Îsa bersîva wan da û got: «Baweriya we bila bi Xwedê hebe.


Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite