Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 17:12 - Kurmanji Încîl

12 Lê ez ji we re dibêjim, ji xwe Êlyas hatiye û wan ew nas nekir. Lê çi ku dilê wan xwest bi wî kirin. Bi vî awayî wê Kurê Mirov jî ji destê wan cefayê bikişîne.»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

12 Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Ле Әз ԝәрʼа дьбежьм, кӧ Елйас һатийә жи, ле әԝ нас нәкьрьн у чаԝа кӧ хԝәстьн, ӧса сәре ԝи кьрьн. Ԝе ӧса жи сәре Кӧрʼе Мерьв бькьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 بله اَز بُ وَ دِبِژِم گو الیاس پِیغَمبَر هاتیَ، بله اَو ناس نَگِرِن و چه دله وان خاست گَل ویدا گِرِن. هَ وِسا گوره انسان ژی بِ دَسته وان دیه زَجره بِکِشیت.»

Gade chapit la Kopi




Metta 17:12
25 Referans Kwoze  

Ji hingê ve Îsa dest pê kir nîşanî şagirtên xwe da, ku divê ew here Orşelîmê û ji destê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan gelek cefayê bikişîne, bê kuştin û roja sisiyan rabe.


bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.


Ma bav û kalên we tengahî nedan kîjan pêxemberî? Wan ew ên ku ji berê ve hatina Yê Rast dan zanîn, kuştin. Îcar niha hûn bûn xayîn û we ew kuşt.


Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Şerîetê nas nakin li xaçê xist û kuşt.


Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir.


Çimkî Yûhennayê imadkar hat, ne nan dixwar û ne şerab vedixwar û we digot: ‹Ew bi cinan ketiye.›


Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.


Gava Yûhenna di girtîgehê de bihîst ku Mesîh çi dike, wî şagirtên xwe şandin ba wî


Îsa jê re got: «Kunên roviyan hene, hêlînên teyrên ezmanan jî hene, lê cihekî Kurê Mirov tune ku serê xwe lê deyne.»


Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: «Heta ku Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, tiştên ku we dîtin, ji kesî re nebêjin.»


Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, Êlyas tê û her tiştî sererast dike.


Hingê şagirtan fêm kir ku ew ji wan re li ser Yûhennayê imadkar dibêje.


Gava ku ew bi hev re li Celîlê bûn, Îsa ji wan re got: «Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite