Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 14:19 - Kurmanji Încîl

19 Û wî emir li hemû elaletê kir ku li ser giyê rûnin. Hingê wî her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir û nan şikandin. Wî ew dan şagirtên xwe û şagirtan jî ew li xelkê belav kirin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

19 Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Иса әʼмьр кьр кӧ әʼлаләт ль сәр шинайийе рʼунен. Әԝи һәр пенщ нан у һәр дӧ мәʼси һьлдан, бәре Хԝә әʼзменда кьр шькьри да у әԝ нан кәркьрьн. Паше да шагьрта, шагьрта жи да әʼлаләте.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 پاشه بُ خلقه اَمِر گِر گو سَر چیمَنه رونِن. ایجا اَو پِنج گِردَ و دو ماسی راگِرِن و بَرخودا اَسمانی و بَرکت دا وان. هِنگه اَو پِنج گِردَ گَر گِرِن و دا شاگِردا و اَوان ژی دانَ خلقه.

Gade chapit la Kopi




Metta 14:19
24 Referans Kwoze  

Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan.


Çawa hûn bikevine bajêr, beriya ew hilkişe bilindciyê, hûnê wî bibînin. Heta ew neyê û qurbanê pîroz neke, gel dest bi xwarinê nake. Kesên gazîkirî piştî hatina wî nan dixwin. Niha herin, hûnê wî bibînin.”


Piştî ku wî ev got, nan hilda, li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir, şikand û dest pê kir xwar.


Îsa her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir, nan şikandin û da şagirtên xwe, da ku ew deynin ber elaletê. Û herdu masî jî li hemû elaletê leva kir.


piştî ku şikir kir, şikand û got: «Ev bedena min a ji bo we ye. Ji bo bîranîna min vê bikin.»


Yê ku rojekê di ser rojeke din re digire, ji bo Xudan digire û yê ku dixwe jî ji bo Xudan dixwe, çimkî ji Xwedê re şikir dike. Û yê ku naxwe jî ji bo Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike.


Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.


Kasa pîroziyê ya ku em pîroz dikin, ma ne hevpariya xwîna Mesîh e? Nanê ku em dişikênin, ma ne hevpariya bedena Mesîh e?


Çimkî ew nêzîkî pênc hezar mêr bûn. Îcar Îsa ji şagirtên xwe re got: «Wan kom bi kom, di her yekê de li dor pêncî, bidin rûniştin.»


Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!»


Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.


Ji aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan, lê nan hatibû xwarin.


Wî emir li wan kir ku hemûyan kom bi kom li mêrgê bidin rûniştin.


Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.


Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»


Û wî rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan deynin ber elaletê.


Wî got: «Wan bînin vir ba min.»


Piştre wî rahişt kasekê, şikir kir û got: «Ha ji we re vê bistînin û di nav xwe de leva bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite