Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 14:14 - Kurmanji Încîl

14 Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan qenc kirin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

14 Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Чахе Иса жь ԛәйьке дәркʼәт у әʼлаләтәкә гьран дит, һьнге гӧне Ԝи ль ԝан һат у нәхԝәшед ԝан ԛәнщ кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 وقته عیسی ژه قَییقه هاتَ خاره، جَماعَتَگه عَظیم دیت و دله وی بُ حاله وان شَوِتی و شفا دا نَساخِت وان.

Gade chapit la Kopi




Metta 14:14
13 Referans Kwoze  

Çimkî Serokkahînê me ne wisa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin.


Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn.


Loma diviya di her tiştî de bibûya mîna birayên xwe, wisa ku ew li ber Xwedê Serokkahînekî dilovan û ewledar be, da ku gunehên gel bide bexişandin.


Ew dikare bi nermî, bi nezan û bi averêbûyiyan re bide û bistîne, çimkî ew bi xwe jî bi qelsiyan hatiye rapêçan.


Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya


Gava Xudan dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!»


Ruh ji bo ku wî helak bike, gelek caran ew avêt nav êgir û avê. Lê eger tu bikarî tiştekî bikî, li me were rehmê û alîkariya me bike!»


Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, çimkî mîna miyên bê şivan bûn. Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir.


Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin.


Dema ku bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e û wext jî êdî dereng e. Destûra elaletê bide, da ku herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirrin.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite