Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:41 - Kurmanji Încîl

41 Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

41 Merivêd Nînewayê wê Rʼoja Axretê rʼabin û vî nisilî neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan û va Yekî ji Ûnis mestir li vir heye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

41 Мәрьвед Нинәԝайе ԝе Рʼожа Ахрәте рʼабьн у ви ньсьли нәһәԛ кьн, чьмки әԝана бь даннасинийа Уньс жь гӧнәкьрьне вәгәрʼийан у ва Йәки жь Уньс мәстьр ль вьр һәйә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 خلقه نینوایه له رُژا قیامَته دیه گَل وه نَسله رابِن و وان محکوم گَن، چون گو اَوان بَر خاطره وَعظا یونس پِیغَمبَر تَوبَ گِرِن، و حال اَو حالَ گو دِشدَگَ یونس مَزِنتِر اِرَیَ.

Gade chapit la Kopi




Metta 12:41
20 Referans Kwoze  

Şahbanûya Başûr wê di Roja Dawî de bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî ew ji wî kujê dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.


Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.


Û yê ku di bedenê de sinet nebûye, lê Şerîetê pêk tîne, wê te sûcdar derxe, çimkî tu xwediyê nivîsara wê yî û sinetbûyî yî, lê tu Şerîetê dişikênî.


«Yê ku ji jorê hatiye di ser hemûyan re ye. Yê ku ji erdê ye, ji erdê dipeyive; lê yê ku ji ezmên hatiye, di ser hemûyan re ye.


Lê ez ji we re dibêjim yekî ji Perestgehê mezintir li vir e.


“Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin. Li dijî wî dengê xwe bilind bike, çimkî xerabiya wan gihîşt heta ba min.”


Wê gavê Xudan ji min re got: “Îsraêla çivanok ji Cihûdaya bêbext rastirbûna xwe nîşan da.


Ma tu ji bavê me Aqûb mezintir î, ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.»


Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar derxin, çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.


Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev tiştên ha hemû wê bên ser vî nifşî.


Îsa bersîv da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.»


Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşanek jê re nayê dayîn.» Îsa ew hiştin û çû.


Hingê ew diçe, heft cinên din ên ji xwe hê xerabtir tîne ba xwe û dikevinê û li wê derê rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe. Wê weha bê ser vî nifşê xerab jî.»


Lê Îsa bersîva wan da û got: «Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşaneke din jê re nayê dayîn.


Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin Wê bi kêr neyê. Hemû zimanê ku di dadbarkirinê de li dijî te rabe Tê sûcdar derînî. Ev e mîrasa kesên ji Xudan re xulamiyê dikin, Rûspîtiya wan ji min e.” Ev e gotina Xudan.


Ûnis ket bajêr, bi qasî rojekê rê ve çû û bi dengekî bilind got: “Çil roj bi şûn de, wê Nînewa serobino bibe.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite