Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 12:31 - Kurmanji Încîl

31 Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, her çêr û guneh wê li mirovan bê bihûrtin, lê li wê çêrkirina ku li Ruhê Pîroz tê kirin nayê bihûrtin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

31 Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, her gune û gotinêd xirab wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼ bêje, li wî nayê baxşandinê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Бона ве йәке Әз ԝәрʼа дьбежьм, һәр гӧнә у готьнед хьраб ԝе ль мәрьва бенә бахшандьне, ле әԝе кӧ готьнәкә хьраб мьԛабьли Рʼӧһʼ бежә, ль ԝи найе бахшандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 بَهنده اَز بُ وَ دِبِژِم، هر جورَ گُنَه و کُفرَگ گو بَشَر بِگَت، دیه بِتَ بَخشین، بله کُفر گِرِن له ضِدّ رِحا خدا نایِتَ بَخشین.

Gade chapit la Kopi




Metta 12:31
15 Referans Kwoze  

Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje, wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê bike, li wî nayê bihûrtin.


Îcar di gumana we de yê ku Kurê Xwedê di bin lingan de biperçiqîne, xwîna Peymanê ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, pîs bibîne û Ruhê keremê nizim bike, ewê cezayekî hê çiqas xerabtir heq bike?


Çimkî, piştî ku em gihîştin zanîna rastiyê, eger em bi zanîn guneh bikin, êdî ji bo gunehan tu gorî namîne,


«Hey serhişkno! Di dil de sinetnebûyîno, di guh de kerno! Hûn hergav li hember Ruhê Pîroz disekinin; çawa ku bav û kalên we kirin, hûn jî wisa dikin.


Eger yek bibîne ku birayê wî gunehekî ku mirinê nayne dike, bila ji Xwedê bixwaze û ewê jiyanê bide wî yê ku gunehê ku mirinê nayne kiriye. Gunehê ku mirinê tîne heye; ez nabêjim bila ji bo gunehekî weha dua bike.


Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.


Çimkî yên ku carekê hatine ronahîkirin, ji diyariya ezmanî tam kirine, ji Ruhê Pîroz par standine,


Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.


Xudan dibêje: “Niha werin em li doza xwe binêrin. Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, Wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, Wê wekî hiriyê spî bibin.


Kesê çêrî navê Xudan bike wê esse bê kuştin. Wê tevahiya civakê esse wî bide ber keviran. Çi xerîb, çi welatî, her kesê çêrî navê Xudan bike wê bê kuştin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite