Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 11:27 - Kurmanji Încîl

27 «Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hat dayîn. Ji bilî Bav tu kes Kur nas nake û ji bilî Kur û yên ku Kur dixwaze Bav bi wan bide eşkerekirin, tu kes jî Bav nas nake.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

27 Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Һәр тьшт жь Баве Мьн Мьнрʼа һатийә дайине. Кәсәк Кӧрʼ нас накә пештьри Баве у кәсәк Баве нас накә пештьри Кӧрʼ у кʼижанарʼа кӧ Кӧрʼ бьхԝазә ԝанва Баве бьдә наскьрьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 بابه مِن همو دِشد سِپاردیَ مِن. چه کَس گوری ناس ناگَت خِنجی بابی، و چه کَس بابی ناس ناگَت خِنجی گوری و اَو مِرُوِت گو گور بِخازیت بابی بُ وان آشگَرا بِگَت.

Gade chapit la Kopi




Metta 11:27
21 Referans Kwoze  

Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.


Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji Bav pê ve kesek nizane Kur kî ye û ji bilî Kur û yê ku Kur bixwaze bi wî bide eşkerekirin, kesek nizane, Bav kî ye.»


Her kesê ku zêde diçe û di hînkirina Mesîh de namîne, di dilê wî de Xwedê tune. Di dilê wî yê ku di hînkirina Mesîh de dimîne, hem Bav û hem jî Kur heye.


Di dilê her kesê ku Kur înkar dike de Bav jî tune, lê di dilê yê ku Kur eşkere dike de, Bav jî heye.


wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim.


Bav ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî.


Ev nayê wê manê ku kesekî Bav dîtiyê. Bi tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye.


Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.


Ez wî nas dikim, çimkî ez ji wî me û wî ez şandime.»


«Min navê te ji wan mirovan re eşkere kir ên ku te ji dinyayê dan min. Yên te bûn, te ew dan min û wan peyva te girt.


Îsa dizanibû ku Bav hemû tişt daye destên wî û ew ji ba Xwedê hatiye û ewê dîsa vegere ba Xwedê.


Ew hilkişiya ezmên, li milê Xwedê yê rastê ye û milyaket, desthilatî û hêz bi ya wî dikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite