Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Metta 11:12 - Kurmanji Încîl

12 Ji roja Yûhennayê imadkar û heta niha, zor li Padîşahiya Ezmanan tê kirin û yên zordar wê bi dest dixin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

12 Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Жь рʼожед Йуһʼәннайе ньхӧмдар һʼәта ньһа Пʼадшатийа Әʼзмана бь зорбәтийе те һʼьщумкьрьне у йед зорбә дькьн кӧ зәфти хԝә кьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 ژه زَمانه یحیایه گو غُسلا تعمیده دِدَت حَتا نَهَ، پادشاهیا اَسمانی گَلَک بِن ظُلم و اَذیَته دا بویَ و مِرُوِت خُدان زُر بِ زُره له دِبِنَ خُدان.

Gade chapit la Kopi




Metta 11:12
11 Referans Kwoze  

Dema Şerîet û pêxemberan heta bi hatina Yûhenna kişand; ji hingê ve Mizgîniya Padîşahiya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve wê.


«Li ber xwe bidin, ku hûn di deriyê teng re derbas bibin, çimkî ez ji we re dibêjim, gelek wê lê bigerin ku bikevin hundir û nikarin.


Ji ber vê yekê, hezkirîno, çawa ku we hergav bi ya min kiribe, niha jî, ne tenê di dema ku ez li ba we me, lê belê hê bêtir di dema ku ez ne di nav we de me jî, bi ya min bikin; bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin.


Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»


Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû.


Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê imadkar mezintir derneketiye. Lê di Padîşahiya Ezmanan de yê herî biçûk ji wî mezintir e.


Çimkî hemû pêxemberan û Şerîetê heta dema Yûhenna pêxemberîtî kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite